SENEDA WEQFÊ

Bend 1-Navê weqfê “Weqfa Zan’ê ya Lêkolînên Civakî, Polîtîk û Aborî” ye. Di vê seneda fermî de bes dê wek weqf bê  pênasekirin.

NAVENDA WEQFÊ:
Bend 2-Navenda Weqfê li bajarê Amed’ê, navçeya Yenişehîr’ê, navnîşan Kolana Liseyê Avahiya Boğaziçi Nimro:1 D:7 Yenişehir/Amed e. navnîşana weqfê bi biryara lijneya rêveberiyê dikare biguhere. Di çarçoveya mevzuata têkildar de, bi biryara lijneya rêveberiyê û bi destûra rayedarên fermî li welêt û derveyî welêt dikare şax û nûnertiyan avabike.

ARMANCA WEQFÊ:
Bend 3- Weqf bi armanca ku di hemû mijarên li ser civakên Tirkiye û Rojhilata Navîn yên di hemû qadên zanistên civakî, polîtîk âborî diguncivîne û bi angaşta pirdisîplînîdi tên dahûrandin de pêkanîna xebatên zanistî, akademîk û pişgiriya wê; di pêvajoyên bajaravahî û koçberiyê de, ronîkirina mijarên di der heqê bajar, hewîn ku pirsgirikên serekeyên civakê ne û bi têkiliya mirov û cih de peywendîdar e; di van mijaran de lêgerîna rêyên çareseriyan û pêşxistina projeyên meriyetî, di van mijaran de pişgiriya weşanên netewî û navnetewî, dîsa di van qadan de lidarxistin û tevlêbûna çalakiyên wek konferans, sempozyum, kolokyum û hwd. ên netewî û navnetewî û tomarkirina agahiyên bidesxistî; ji kes û saziyên ku di van mijaran de dixebitin sudjewergirtin û pişgiriya wan, pêşxistina projeyên di qadên polîtîkayên civakî de û ji bo meriyeta van projeyan hatiye damezirandin.

ÇALAKİYÊN WEQFÊ:
Madde 4- Ji bo ku weqf armanca xwe pêkbîne; bi riya çap û înternetê kovar, pirtûk, broşûr û wek wan dikare biweşîne û ji bo danasîna wan sempozyûm, konferans, panel, semîner û organîzasyonan lidardixe; di der heqê qadên xebtaên xwe de dokûmanan berhev dike; navêndên dokûmantasyon û arşîvan û enstîtuyan didamezirîne; fîlmên dokûmanter û wek wê çêdike, ji bo teşwîqa xebatên wêjeyî, hunerî, çandî û zanistî organîzasyonan lidardize; di mijara bajaravahî û avakirina xaniyan de, modelên alternatîf ên jeoekonomîk-sosyoekonomîk de bipêşdixe û li gorî vê armancê lêkolîna modelên kar û xebatên alternatîf dike û dixe meriyetê; bi saziyên netewî û navnetewî yên ku heqên hewîn û bajariyê rewa dibînin re dikeve nav têkiliyan û ji bo ku armancên di asta gerdûnî de hatine diyarkirin di qada herêmî de werin pêkanîn xebatan dimeşîne; bo vê yekê, li gel rêveberiyên herêmî û desthilatdariya navendî bi awayek giştî qada civakî ya sivîl pêdihesîne tevlî van xebatan dike, bûrsê dide lêkolîner û xwendekarên serkeftî; bi saziyên netewî an navnetewî yên ku xebatên wek wê dimeşînin re hevkarî û hevpariyan pêk tîne; ku pêwîst be li nav welat û derveyî welêt şaxên weqfê didamezirîne.

BO PÊKANÎNA ARMANCA WEQFÊ KAR Û BARÊN KU DÊ KARIBE BIKE:
Bend 5- Li gor benda 48. ya Zagona Medenî ya Tirk, weqf bo pêkanîna armanca xwe xeynî yê bi qanûn hatine sînorkirin, bo bidestxistin û xebitandin, danakirê malên guhêzbar û neguhêzbar yên mîqdar û rûmeta wan nehatine sînorkirin birêya bexşîn, wesiyet, sendin û kirêkirinê, li gor hukmê qanûna bi weqfan re pêwendîdar dikare malên destê xwe bifroşe, dewr û feraxet bike, hatiniyên wan bigre xerc bike, neguhêzbarên di dest weqfê de ne dikare bi caran bo rûmetdana wan bixebitîne, bide kirê, bi şertê ku ne li dijî armanc û mijarên xizmeta weqfê be dikare bi mal û milkê weqfê, pereyê weqfê bo teserufê hêjayên menqûl bistîne li gor armanca weqfê vana birûmet bike û bifroşe, dikare bi weqfên li welat ku bi armancên wek yên weqfê dixebitin re û bi weqfên derveyê welat re bi şertê destûr sendinê, bi kes û saziyan re hevkarî bike, dikare ji kes û saziyên  nefermî alîkarî bigre, bo alîkarî girtinê dikare peymanan îmzeke, dikare îpoteka li ser malên neguhêzbar rake, veke, deyne û hwd. qebûlkirina mafan jî bike, bi kar bîne, bi hatinên xwe dikare her cure ewleyiyan bigre û kefîltiya bankayan bistîne, bo ku armancên xwe bi cî bîne ku pêwist be dikare deyn bike, kefalet, rehîn, îpotek jî bide, dikare saziyên aborî û hevkariyan re bo projeyên li gor armanca weqfê hatine sazkirin hevkarî bike, wan kirê bike û bide kirê, di van mijaran de lidarxistina xebatên wek civîn, semîner, konferans, panel, sempozyûm û hwd. yên perwerdekar û danasîner û xerckirina hatinên ji van xebatan a ji bo rmancên weqfê; ku pêwist be damezrandin û şixulandina kargehên aborî, şîrigatyên bi her cure, sandoqên alîkariyê, xebatên hevpar û koordînekirî yên bi sazî û dezgehên sivîl, sendîka, komeleyên karsazan, odeyên esnaf û pîşesazan, borseyên bazirganiyê, odeyên pîşesazî û bazirganiyê, zanîngeh û şaredariyan re; sepandina projeyên hevpar; bi komele, weqf û rêxistinên civak sivî yên din re pêşxistina projeyên hevpar û diyalog; hevkariyên bi sazî, weqf, komeleyên ku bi heman armancê hatine damezrandin re; di çarçoveya çalakiyên hînkerî û perwerdehiyê de, avakirina pirtûkxane, malên etudê, cihên qursê, dersxane, enstîtu, navendên lêkolînên zanistî, rezîdansên xwendekaran û bi her cure dibistan; li gorî armancê were bikaranîn berhevkirina alikariya pereyî û aynî; lidarxistina çalakiyên hunerî, çandî û civînên bixwarin-bêxwarin, şevên şahiyê, festîval, konser, pêşangeh ên ku wê bi kêrî weqfê werin; tevlêbûna kampanyayên bi her cure alikariyê yên netewî û navnetewî, sudwergirtina ji pişgiriyên kredî bexşan, xelatdayîn û lidarxistina pêşbirkên di der heqê çalakiyên pêvendîdar; birêxistinkirina li gorî Zagona Berhevkirina Alikariyan a Hejmara 2860’an û weke ku di benda 48. a Zagona Medenî ya Tirk de hatiye nîşankirin xwedî destûr û rayedar e.

Weqf ev ray û hatinên xwe nikare ji bo armancên ku bi Zagona Medenî ya Tirk hatine qedexekirin, bi kar bîne.

 

HEBÛNA DARAYÎ YA WEQFÊ:
Madde 6- Hebûna darayî ya weqfê 50.000 TL yê ku ji alîyê damezirînêran ve li weqfê hatiye bexşkirin e.  Hebûna darayî ya weqfê, piştî ku weqf hat damezirandin û berdewama wê, ilaweyan dikare were zêdekirin.

 

ORGANÊN WEQFÊ:
Bend 7- Organên weqfê li jêr hatine nîşandan.

a) Lijneya Damezrêner

b) Lijneya Rêveberiyê

c) Lijneya Venêran

 

LIJNEYA DAMEZRÊNER:
Bend 8- Lijneya Damezrêner a weqfê, ji kesên ku navên wan di lîsteya dawiya senedê de hatine nivîsîn û îmzeyên wan li binê senedê hene pêk tê.

Endamên Lijneya Damezrêner, bi xwesteka ku piştî wan peywirê hilbigirin sê navên ku ew dixwazin diyar dikin û bi nivîskî didin Lijneya Damezrêner. Bi sedemên wek mirin, îstîfa an jî tiştekî din dema endam kêm bibin, endamtiya Lijneya Damezrêner li gor rêza lîstê ji berendaman re tê pêşniyar kirin.

Dema ku endamên Lijneyaya Damezrêner namzet diyar nekin an jî di rewşa ku ji namzetan tu kes peywirê nepejşrîne, hilbijartina ji bo endamên kêm, bi biryara hevpar a endamên lijneyê  yên ku endamtiya wan didomin ve tê çêkirin.

 

PEYWİR Û RAYEYÊN LIJNEYA DAMEZRÊNER:
Bend 9- Lijneya Damezrêner organa biryarê ya herî bilind a weqfê ye. Rayeyên Lijneya Damezrêner li jêr hatine nîşandan:

a) Hilbijartina Lijneya Rêveberiyê,

b) Hilbijartina Lijneya Venêran,

c) Kontrolkirina rapora xebatê ya ku ji aliyê rêveberiya weqfê ve hatiye amadekirin û raporên Lijneya Venêran, biryardayina di mijara îbrakirina lijneya rêveber de,

d) Pêşnûmayên mewzûata nav weqfê ku ji aliyê rêveberiyê ve dê werin amadekirin wek xwe an bi guhertin qebûl kirin,

e) Pêşnumayên budçeya salane yên ku ji aliyê rêveberiyê ve dê werin amadekirin wek xwe an bi guhertin qebûlkirin,

f) Ji endamên lijneya rêveber û venêran yên di qamûyê de ne peywirdar in re wê mafê hizûrê bê dayîn an na, ger bê dayîn pîvana wê diyarkirin,

g) Dema pêwist be di seneda weqfê de îlawe û guherîn kirin,

h) Di mijara xebatên weqfê de polîtîkayên gelemperî diyarkirin.

 

DEMA CIVÎNÊ Û NÎSABA BIRYARÊ YA DESTEYA DAMEZRÊNER:
Bend 10- Civîna yekem a Lijneya Damezrêner, di nava mehek piştî tescîla weqfê de tê pêk anin.

a) Bi niyeta guftûgokirina li ser mijarên erêkirina budçe û raporên xebatê, hersal di nava meha  pûşperê de,

b) Bo guftûgokirina mijarên bi erêkirina budçe û raporên xebatê û çêkirina hilbijartinan re pêwendîdar her sal di nava meha mijdarê de dicive.

Wekî din Lijneya Damezrêner, di rewşa ku rêveberî pêwist bibîne an bi daxwaza nivîskî ya ji sêyan yekê endamên Lijneya Damezrêner ji rêveberiyê, wek awarteyî dikare bicive. Di civînên asayî û awarte de, mijarên ku di rojeva diyarkirî de cih negirtine nikarin bêne muzakerekirin. Lê, di civîna asayî de piştî çêkirina dîwanê, bi pêşniyara nivîskî ya herî kêm ji dehan yekê beşdaran, ji derveyê mijarên ku guherîna senedê û berpirsiyariya organên weqfê zêde dike; dikare li rojevê hin mijarên nû bêne zêdekirin. Herî kêm heft (7) roj berî civînê dîrok, cih, saet û rojeva civînê, bi nameyek ku destnîşankirina endaman ya girtina nameyê ferz dike, tê radigihandin.

Lijneya Damezrêner, bi hejmara ji nîvî yek zêde endaman dicive. Ger civîn bi piranî pêk neyê, heftekî paşê li heman roj, saet û cihî tê kirin. Nîsaba civîna duyem ji sêyeka (1/3) hemî endaman kêmtir nabe.

Hejmara biryardana Lijneya Damezrêner jî ji nîvê beşdaran yek zêde ye. Dema ku ray bi qasî hev bin, raya serokê dîwanê du ray tê hesibandin. Şêweya raydanê girêdayê bi biryarê ve ye. Her endam xwedî mafê rayekê ye. Endamê ku dê neyê civînê, dikare ji endamên Lijneya Damezrêner yekê/î tayîn bike. Wekîlti ji kesekî zêde re nayê dayîn.

Ji bo guherînên di seneda weqfê de, sererastkirin an îlawekirinan hejmara biryardayînê ji sisiyan duduyê hemû endaman e.

LIJNEYA RÊVEBERIYÊ:
Bend 11- Desteya rêveberiya weqfê, ji 5 endamên esil û 2 yên berdest ku ji aliyê Lijneya Damezrêner ve bo du salan tên hilbijartin pêk tê. Divê piraniya endamên rêveberiyê ji Lijneya Damezrêner bin. Bi şertê ku piranî ji lijneyê be hilbijartina kesên ji derveyê weqfê jî pêkan e. Di civîna yekem de bi hilbijartina serok, cîgirê serok û muhasib wezîfe tê dabeşkirin. Berî dema wazîfeyê bidawîbe ger cihê endamek vala be ji bo cihê vala li gor rêzê ji endamên berdest yek tê ser wezîfeyê. Rêveberî herî kêm mehê carek dicive. Endamtiya rêveberê bêmazeret ku du caran li ser hev neyê civînê dikeve. 

Hejmara pêkanîna civînê 3 kes e, biryar bi piraniya beşdaran tê girtin. Di rewşa ray wekhev de, raya serok du ray tê hesibandin. Biryar bi erêkirina noterê li deftera biryaran tê nivîsîn û îmzekirin.

PEYWİR, RAYE Û BERPIRSIYARIYÊN LIJNEYA RÊVEBERIYÊ:
Bend 12- Lijneya rêveber, organa weqfê ya reveberî û îcrayê ye. Bi vê taybetiyê Lijneya rêveber:

a) Li gor armanca weqfê her cure biryaran digre û disepîne.

b) Bi alîkariya polîtîkayên gelemperî yên ku ji aliyê Lijneya Damezrêner ve tên diyarkirin, çalakiyên weqfê bi rêkûpêk û berdar birêvebirina wan pêk tîne. Li ser vî awayî pêşnumayên pêwist yên mewzûata hundir amade dike û ji pejirandina Lijneya Damezrêner re pêşkêş dike. 

c) Di derbarê birûmetkirina hebûnên weqfê û bo bidestxistina çavkaniyên malî yên nû dikeve nav xebatên pêwist.

d) Li ser navê fermiyeta weqfê, bi kesan û saziyan re di mijarên hiqûqî, malî û wek wan de danûsendinan dike.

e) Bi şertê ku peywir, erk û berpirsiyariya wî/wê vekirî were diyarkirinê gerînende tayîn dike, dikare sekreteriya giştî an wek wê yekîneyên alîkar sazbike, dema ku pêwist be ji kar bigre.

f) Personelên ku dê di weqfê de bêne şuxilandin diyar dike, tayîna wan çêdike, maeşê wan diyar dike, ku pêwist be wan ji kar davêje.

g) Di çarçoveya hukmên mewzûata pêwendîdar de, biryara vekirin û girtina şax û nûneriyan li hundir û derveyê welêt dide, di vî warî de karên pêwist dike.

h) Karên muhasebeya weqfê dişopîne û kontrol dike, di dawiya serdema hesab de bilançoyên hatinî û mesrefan amade dike, ji îdareyên pêwendîdar re şiyandin û îlankirina wê pêk tîne.

i) Budçeya salane ya ku Lijneya Damezrêner qebûl kiriye disepîne.

j) Karên amadekariya civînên Lijneya Damezrêner bi cîh tîne.

k) Di civînên Lijneya Damezrêner de, rapora xebata weqfê ya serdemê pêşkêşê îbrayê dike.

I) Peywirên din yên mewzûatê pêwendîdar û seneda weqfê û mewzûatê hundir yê weqfê ku pêwist dikin bi cîh tîne.

 

TEMSÎLA WEQFÊ:
Bend 13- Weqfê lijneya rêveber temsîl dike. Lijneya Rêveberiyê raya xwe ya temsîlkirinê dikare dewrê serokê rêveberiyê an cîgirê serok bike. Lijneya rêveber, dikare, di rewş û mijarên gelemperî an diyarkirî de, bi esasên ku dê diyarbike ji endamên xwe yek an çendan wek karmendên erkdar ji van karmendan yek an çendan wek nûner an nûnertiyên xwe, bo îmzekirina peymanek, tenzîm û dewrkirina belge an senedeke hiqûqî li ser nav û hesabê weqfê, erkdar bike.

LIJNEYA VENÊRAN:
Bend 14- Lijneya Venêran, li ser navê Lijneya Damezrêner ji bo kontrolkirina xebat û hesabên weqfê  hatiye sazkirin organek e. Lijneya Venêran, ji aliyê Lijneya Damezrêner ve ji nav xwe an bêyî piranî pêk bîne ji derve, ji bo du salan ji sê kesên ku tên hilbijartin pêk tê. Endamek berdest jî tê hilbijartin. Ji ber sedemekê di valayiya endamek esil de, li şûna wî/ê berdestek tê peywirdarkirin.

Lijneya Venêran, lêkolînên xwe li ser hemû defter, qeyd û belgeyan dike. Piştî hesabên weqfê ji aliyê muşawirên malî ve jî hat erêkirin, rapora ku wê ji bo hesabê serdemê bête amadekirin, 15 (pazdeh) roj berê ji bo şandina ji Lijneya Damezrêner re, radestê rêveberiyê dibe.

MAFÊ HIZÛRÊ:
Bend 15- Mafê hizûrê an jî meaşa ku ji bo endamên venêr û rêveberiyê yên derveyî peywirdarên qamûyê bên dayîn û ger bê dayîn jî pîvanga wê lijneya damezrinêr diyar dike.

HATINÊN WEQFÊ:

Bend 16- Hatinên weqfê li jêr hatine nîşandan.

a) Li gor armanca weqfê, bi tevî yên bi rêya wesiyetê jî; her cure bexşîn û alîkariyên bişert û bêşert yên neqdî, aynî û mafan ji kes û şîrketan. 

b) Hatinên ku dê ji çalakiyên weqfê yên cuda bidestbikevin.

c) Hatinên ku dê ji saziyên aborî û hevkariyan bên bidestxistin.

d) Hatinên ku dê ji birûmetkirina menqûl û xêrmenqûlên weqfê û hebûn û mafên wê bên bidestxistin.

 

CIHÊN KU DÊ HATINÊN WEQFÊ LÊ BÊN TEXSÎS Û SERFKIRIN:

Bend 17- Herî kêm ji sisêya duduyên hatina salane ya weqfê ji armancên weqfê re tê texsîs û serfkirin.

GUHERÎNA SENEDA FERMÎ:
Bend 18- Guherînên ku dê di seneda weqfê de werin kirin, bi pêşniyara nivîskiya herî kêm ji pênca yekê (1/5) endamên rêveberî û Lijneya Damezrêner û bi raya herî kêm ji sisiyan duduyê (2/3) tevahiya endamên Lijneya Damezrêner tê kirin.


BIDAWÎBÛNA WEQFÊ:
Bend 19- Ku ji ber sedemekê dawî li xebatên weqfê hat, malên ku piştî tesfiyeya weqfê man ji bo çalakiyên wek yên weqfê de werin xebitandin; dewrê Weqfa Göç’ê dibe.

Fesxa weqfê, tenê bi pêşniyara nivîskî a herî kêm ji nîvî zêdetir  ya endamên rêveberiyê an yên Lijneya Damezrêner û bi destnîşankirina ji sisiyan duduyê 2/3) endamên Lijneya Damezrêner pêkan e.