EM KÎ NE?

Weqfa Zan’ê ya Lêkolînên Civakî, Polîtîk û Aborî, di Cotmeha 201’an de hatiye damezirandin. Lê bingehên wê yên fikrî û pratîkî digihîje salên 2008’an. Ev bingeh, bi weşandina kovara Toplum ve Kuram a ku di sala 2009’an de ji aliyê lêkolîner û akademîsyenên ku bi rexneya derheqê pirsgirêka Kurd ya ku li akademiyên Tirkiyê û li zemînên polîtîk ku ji rastî û çavkaniyan dûr tê nirxandin û destgirtin, hatiye avêtin. Li gel kovarê, koma ku di nav demê de semîner, panel, xebatên perwerdehî û konferans lidarxist, ji bo ku çalakiyên xwe rengîntir bike, pêşvebibe û di bin banekî de bicive, Weqfa Zan’ê damezirand.

 

Armanca Weqfa Zan’ê ya ku navenda wê Amed e ew e ku, kevneşopiya perwerde û hilberînên zanîna ku kovara Toplum ve Kuram’ê afirand û dînamîka pratik û pêkanîna proje-polîtîkayên civakî yên ku ji aliyê qada civakî ya sivîl ve bigihîne hev û bandorê li ser guherînê û jiyana  civakî bike. Li gel hilberîn, bervirehtirkirin û parvekirina zanîna çandinî, Weqfa Zan’ê ya ku di her astê de birêxistinkirina çalakiyên perwerdehî ji xwe re kiriye armanc, girîngî û nêzikatiyek taybet nîşanê perwerdehiya ciwan û zarokan dide. Ji lidarxistina dibistanên di her astê de bigirin heya bûrsdayina xwendekarên xwedî pêdivî; dahûrandina pirsgirêkên rojevî ya ji alî civakî, polîtîk, aborî, çandî; problematîzekirin û kifşkirina bîr û dîrokê; bi qasê ku dikare û bi cih tîne, midexalekirin û hilberîna projeyên civakî yên ku di qadên bipirsgirêk de xwe wek enstîtu hewldide birêxistin bike.