Bernameya Pişgiriya Perwerdehî

Bernameya Pişgiriya Perwerdehî, ji bo ku zarok û civanên ku di bin şertên ji alî civakî ve xirab de perwerdê dibînin û rastê newekheviyên cûr be cûr tên, piştevaniya bi boneya alikariya hemû pêvajoyên geşedanên wan hêsantir dike hatiye amadekrin. Ji bo ku rewşên xwendekarên di çaxa dibistanê de baştirîn be alikariya aynî û pereyî û pişgiriya perwerde û şêwirmendiyê tê dayîn. Li gel vana, piştevaniya ku geşedanên kesayetiya ciwan û zarokan bike, xwebaweriya di biryardayinê de xurtir bike, nêrîn û nêzikatiyên wan ên ji bo ku di jiyanê de di aliyê erênî de araste bike, bi boneya ku fikr û ramanên wan ên ku di tevlêbûna jiyana civakî de bi kesan re were parvekirin şert û mercan diafirîne. Çalakiyên wek drama, pişgiriya psîko-sosyal, qempa havînê û atolyeyên xwenasînê lidardixe. Bi riya arqilandina zarok û civanan a ji rîskên ku xwe dispêrin xizaniyê û têgihiştinkirina di vê warê de, ji bo ku xwe karibin di qadekê de bînin ziman û bihêztir bikin mercan peyda dike. Bi vê bernamê ne tenê zarok û ciwan, rewşên malbatên wan jî tên şopandin û li gorî rastiyên pêdiviyên wan şêwirmendiya di warê madî, hikûkî, jintî û zayendiya civakî de tê çêkirin û alîkarî ji bo arastekirina wan a ji bo saziyên têkildar tê dayîn. Di vê xalê de armanc, bi rêbazên rast, bi şêweyek tevahî tevlêbûna jiyana ciwan û zarokan e.