Bernameya Demokratîkbûnê
Weqfa Zanê armanc dike ku di çarçoveya Bernameya Demokratîkbûnê de li ser mijarên jêrîn lêkolînan bike:
- Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd lêkolînên çawanî û çendaniyê bên kirin.
- Di warê wekheviya civakî, wekheviya zayendî û edaletê de lêkolîn bên kirin.
- Di warê Mafên Mirovan de projeyan bên amadekirin û pêk anîn.
- Tesbîtkirina rewşa heyî ya li ser azadiya raman û baweriyan, analîzkirin û pêkanîna projeyên ku dê beşdarî veguherîna civakî bibin.
- Di çarçoveya projeyên hevpar de bi saziyên ku li ser mijarên bi vî rengî yên li qada herêmî, neteweyî û navneteweyî dixebitin re bi hev re bixwebite.