PÎVANÊN BERNAMEYA PIŞGIRIYA PERWERDEHÎ

Armanc

Bernameya Pişgiriya Perwedehî ya Weqfa Zan’ê; bi armanca alîkariya baştirînkirina pêvajoya hîndekariya xwendekarên ku di perwerdehîyê de rastê newekheviyê hatine hatiye amadekirin. Ewil armanc ew e ku, xwendekarên xizan ên malbatên bêavantaj, stembar an jî rastê bi her awayê tundiyê hatine û bûne mexdûrê şer û koçberiya mecbûrî; alikariya pereyî û aynî ya ku rewşa heyî ya van xwendekarên ku di asta dibistanê (zanîngeh, dibistana navîn û lîse) de û şewirmendî û avakirina pergala pişgiriya perwerdehî ye.

 

Koma Hedef

Xwendekarên serkeftî yên ji malbatên bêavantaj (biasteng, xwedî pir zarokan, terikandî, jinebî, an jî malbatên girtîyan) an bûne mexdûrê şer û koçberiya mecbûrî an rastê tundiyê hatine, stembar an jî ji alî malî ve xirab lê dikare kapasîteya xwe ya perwerdê pêşbixe.

 

Dem

Bernameya Pişgiriya Perwerdehî ya Weqfa Zan’ê, 12 mehan berxwedide û di nava bernamê de derfeta bûrsê 10 mehên ku tê de çalakiyên hîndekarî û perwerdehî çêdibin tên dayîn. Di nava du mehên salê yên mayî de, bi meblaxa ku di hesabê bexşê de dicive rêbaz ew e ku xwe ragihîne zêdetir xwendekaran. Xwendekarên ku grafîga wan ya serkeftînê berdewam dike û pîvanên ku jê hatine xwestin aniye cih di salên were de jî pişgiriyê heq dike û di hemû jiyana wan a perwerdehî-hîndekarî de pişgiriya wan çêdibe.

Pername, heya ku Lijneya Rêveberiyê biryara dawîlêanîna bernamê bide derbasdar e.

 

Kî Dikare Li Bûrsa Ku Di Çarçoveya Bernamê De Ye Serîlêde?

Li bûrsên ku di bergeha Bernameya Pişgiriya Perwerdehî ya Weqfa Zan’ê de tê dayîn; xwendekarên dibistan navîn, lîse û zenîngehê dikarin serîlêbidin. Kesên ku li jor wek Koma Hedef hatiye pênasekirî ne pêşdatir in. li gel vana, di dema tespîtkirina bûrsiyeran de, li gorî zayendê (%70 kotaya xwendekarên keç) cûdatiyek erênî wê were pêkanîn.

 

Dokûmanên Serîlêdanê Çi Ne?

Dokûmanên li jêr ku namzetên bûrsiyeran divê di dema serîlêdanê de teqez radest bikin:

  • Forma serîlêdanê divê were tijekirin
  • Dokûmana Xwendekariyê
  • Mînaka qeyda nifûsê
  • Dokûmana rewşa (asta serkeftinê) notan nîşan dide
  • Fotograf (2 heb)
  • Dokûmana rewşa aboriya malbatê nîşan dide

 

Çalakiyên Bingehîn

  • Weqfa Zan’ê koordînasyona bexşên ku -ji bo perwerdehiya xwendekaran e- pêk tîne.
  • Weqfa Zan’ê di çarçoveya Bernameya Perwerdehiyê de projeyên cûr be cûr bipêşdixe.
  • Weqfa Zan’ê ji kesên ku tevlî Bernameya Pişgiriya Perwerdehî bûne û mafê bûrsê bidesxistine, li hemberî rîskên ku di dema perwerdê de lê rast werin, çalakiyên têgihiştina lêarqilîbûnê û yên sportîf, çandinî û hunerî lidardixe. 
  • Çalakiyên ku ji bo geşedana kapasîte û kêrhatinên wan ên perwerdehiyê pêk tîne.
  • Ji bo ku xwendekar xwe bigihînin dokûman û alavên pêwist derfetan peyda dike.
  • Di betlaneyan de, tevlîbûna kampên cûr be cûr yên ku lê têkiliyên xwe yên civakî bipêşdixin pêk tîne.
  • Ji bo xwendekarên bêavantaj, civînên agahdarkirinê û ziyaretên beramber ku lêarqilîna di asta netewî û navnetewî de geştir bibe lidardixe.
  • Di çaraçoveya bernamê de, ji bo pişgiriya şêwirmendiya demdemî ku di pêvajoya perwerdehiya xwendekaran de bê dayîn û bi saziyên netewî û navnetewî yên ku di qada zarok û perwerdehiyê de dixebitin re çalakiyên hevpar lidarbixe hewldide.
  • Di çarçoveya bernamê de, ji bo ku wendekar di qadên ku balên wan dikişîne de bibin xwedî cerebeyan tevlî çalakiyên ku wê Weqfa Zan’e lidarbixe dike.

 

Şertên Giştî yên Pişgiriya Perwerdehiyê

  • Xwendekarên ku serî li bernameya perwerdehiyê dane, divê malbatê wan ji alî sosyo-ekonomîk ve “dezvantajî” (bê sîgortaya civakî, biasteng, pîr, jinebî an terikndî û hwd.) be an rastê tundiyê hatibe an bibe mexdûrê şer û koçberiya mecbûrî, stembar an ji alî malî ve di rewşa xirab de lê serkeftî be.
  • Divê malbatên xwendekarên ku tevlî bernamê bûne, pişgiriya berdewamkirina perwerdehiya wan bikin û nehêlin perwerdehiya xwe paşve bixin.
  • Xwendekaren ku ji Bernameya Pişgiriya Perwerdehiyê sudwerdigirin, biberdewamî tevlî çalakiyên ku ji aliyê Lijneya Rêveberiyê ya Bernemeya Pişgiriya Perwerdehiyê ya Weqfa Zan’ê ve tên lidarxistin bibin.
  • Divê xwendekarên ku ji pişgiriya perwerdehiyê sudwerdigirin nekevin nav helwestên ku perwerdehiyê şûnde dixe.
  • Divê xwendekarê/a ku bûrsiyer e, li dibistanê mêla serkeftinê nîşan bide.

  

Çalakiyên Nirxandin û Şopandinê

  • Kifşkirina xwendekarên ku wê ji bernameyê suwerbigirin, wê ji aliyê Lijneya Rêveberiyê ya Bernameya Pişgiriya Perwerdehiyê ya Weqfa Zan’ê ve were pêkanîn.
  • Lijneya Rêveberiyê ya Bernameya Pişgiriya Perwerdehiyê ya Weqfa Zan’ê ji 3 endamên lijneya rêveberiya weqvê û ji derveyî wan 4 kesan (bi giştî 7 kes) çêdibe.
  • Lijneya Rêveberiya Weqfa Zan’ê kesekî ku di lijneya rêveberiya bernamê de cîh digire wek koordînator hildibijêre. Ji bilî koordînatorê bernameyê endamên lijneya rêveberiya bernameyê wek dilxwaz dixebitin.
  • Lijneya Rêveberiya Bernameyê, li hemberî lijneya rêveberiya weqfê xwedî berpirsiyariyan e û biryarên ku digirin piştî ku lijneya rêveberiya weqfê erê bike dikevin meriyetê.
  • Raporên pêşveçûn-şopandin yên xwendekarên ku ji çalakiyên Bernameya Pişgiriya Perwerdehiyê sudwerdigirin wê ji aliyê Ljneya Rêveberiyê ya Bernameya Pişgiriya Perwerdehiyê ya Weqfa Zan’ê ve werin amadekirin û dosyeyên wan werin şopandin.
  • Şopandina wendekarê/a ku ji pişgiriyê sudwerdigire ji aliyê Lijneya Rêveberiya Bernameyê ve, bi dibistana wî/ê û bi malbata wî/ê re wek hemdemî wê were rêvebirin.
  • Di nava koma hedef ya ku ji bernamê wê sudwerbigire de, zarokên keç pêşdatir in (%70 kotaya xendekarên keç).

Xwendekarên ku ji bernameyê sudwerdigirin, bervê xebatên pişgirvan ên saziyên ku li herêmên lê niştecih in wê werin arastekirin û hewlbide ji çalakiyên cûr be cûr sudwerbigirin.

 

Rêbaza Kargînî

Di bin banê Weqfa Zan’ê de, di çarçoveya bernameya amadekirî de, ji bo ku pişgiriya perwerdehî li xwendekaran çêbibe numroyek hesabê ya ku bexşên çêbûyî koordîne bike wê were avakirin. Ku malbat an jî şexsên ku bexşkirine ger bixwazin wê karibin bi malbatên xwendekarên ku ji pişgiriya perwerdehî sudwerdigirin têkevin nava diyalogan û encam û bandorên bexşên xwe bibînin. Bi vî rengî di nava malbat û xwendekaran de mercên pêşvebirina têkiliyên civakî wê were afirandin. Bi taybetî jî pêşvebirina têkiliyên civakî ya di nava xwendekaran de wê were teşwîqkirin. Xwendekarê ku ji pişgiriyê sudwerdigirin, di xala kêrhatinên wan ên cûda  û serkeftinên dibistanê de wê werin şopandin, ku pêwist be, li xebatên pişgiriyê yên saziyên din wê werin tevlîkirin.