“Nifşeke din hat, rewşa pirsgirêkê guherand.”
J. P. Sartre (ji pêşgotina ‘Nifirlêbûyiyên Serzemînê’ ya Fanon)

Ev nivîsa ku hûn dixwînin dawetnameyek e ji bo nivîskar û xwendevanên kovareke nû ya teorîk a sêmehane. Kovara ku amadekariyên wê dewam dikin hewl dide ku cih bide hemû dezgeh û dîsîplînên zanîstên civakî. Ev dawetnameya ku daxwaz, çarçoveya weşan û armancên derketina vê kovara bi navê Toplum ve Kuram (Civak û Teorî) diyar dike ji aliyê yekemîn lîjneya weşanê hatiye nivîsandin. Dawetname li gel hemû pêşniyazên xwe benda nîqaş û pêşvebirinê ye û bi vê şiklê bangî we dike.

Gelo li Tirkiyê zanistên civakî gengaz e?

Nivîsareke asovekir bi sernivîsa “Zanistên Civakî Vekin: li ser veavabûna zanistên civakî rapor” ji aliyê komîsyona ku di bin banê Weqfa Gulbenkian’ê ku navenda wê Lîzbon e, hate amade kirin. Ev nivîsara ku piştî nîvê salên 1990’an de hatibû weşandin, pêşniyarên gelek nûjenîxwaz û pêşverû dida hemu kesên ku li welatên cûda cûda li qada zanistên civakî dixebitîn. Gelek peyanên ku ji vê raporê îlham girtin, bi awayekî erênî bandor dan hilberîna zanistên civakî li welatên cûda, hê jî bandordayîna xwe berdewam dikin. Di heman demê de li Tirkiyê jî ev nîqaş zêde bûn û bi navê sempozyûmeke “Ji nû ve fikirîna Zanistên Civakî” gihaşt dîmenekî bikeys. Di sempozyûmê de, li Tirkiyê avakirin û pêşvebirina zanistên civakî, şert û mercên wê demê û perspektîfên pêşerojê hatin destgirtin û beşdarên ji beşên pisporiyên cûda li ser bingehekê ji danûstendina ramanê re vekirî pirsgirêk nîqaş kiribûn.

Di wê pêvajoyê de an li dû wê pêvajoyê tiştê ku ji me bala gelekan kişandibû, li Tirkiyê di platformeke wisa ku zanistên civakî hatibûn nîqaş kiribûn de jî, di warê pirsgirêka welêt ya herî ciddî û bişewat ango pirsgirêka kurd û rewşa şer ya ku berdewam dikir de hendazetî hatibû nîşandan û li derveyî pêwendî û xebata zanistî hatibû hiştin. Bêdengiya ku di warê “pirsgirêk” ê de dihat pêşandan, li Tirkiyê tixubdarbûna akademiyê ya mêjveyî jî nîşan dikir: gelê ku heya behsa wî neyê kirin “nedîtbar” be, jixwe ne gengaz e ku di gerdûna analîz û têgehên zanistên civakî de jî cîh bigire. Lewma, di sempozyûmeke wisa de jî (bi gotina sempozyûmê bixwe) têgehên wek “nasnameya kurd”, “kurd” an jî herî hêsan “Kurdistan” ku têgîneke erdnîgariyê ye, di gerdûna têgihaştina zanistên civakî yên ku ji bo “serwextbûneke nû” û “ji nû ve li ser fikirîn” ê , ketibû rewşeke nedîtbar. Ji aliyê din, ev bêdengiya di rewşa minakê de, dihat zanîn ku ji bilî bêdengiyeke berfirehtir ne tiştekî din e.

Ev rewş bê şik bi motîvasyoneke însanî û bingehîn re, ango bi tirsê re têkildar e. Ji bo pisporên zanistê, qanihkirina dayîna keda ku ji pêşeroj û kariyera wan jî zêtir, ewlehiya canên wan têxe xeterê ango “xerakirina bêdengiyê” hela hela di şert û mercên salên 90’î de helwesteke gelek radîkal dixwest. Li aliyê din, ne kes dikare bêje li Tirkiyê tu kesên ku helwesteke wisa dane pêşandan qet tunebûne, ne jî li welatên din yên ku asta zextê weka Tirkiyê bûne tu helweseteke wisa nehatiye pêşandan. Hinek mînakên keda rastiyê û sinca (exlaq) zanistî, îro hê jî şewqê dide xebatên me.

Em yên ku li dora kovara Toplum ve Kuramê hatine ba hev, pirsgirêka me ya bingehîn ya ku me têkildar dike û ji bo weşandina vê kovarê me motîve dike ev e ku li Tirkiyê dîregên bingehîn yên “pergalê”, dikarin xwe berdin kûrahiya bi xof ya erdê vî welatî yê zîhnî. Di vê çarçoveyê de em dibêjin divê pêvajoya “vebûn” ê ya zanistên civakî ji vê astê bilindî asteke bêtir azadîxwaz bibe û di vê çarçoveyê de bi taybetî divê êdî “cihek ji kurdan re were weqetandin”. Di heman pîvanê de divê êdî kurd jî berê xwe bidin zanistên civakî “vebûnan” pêk bînin. Em vê kovara ku amadekariya weşana wê dikin li ser du bingehan radiwestin.

Peyana me ya Toplum ve Kuramê, van salên dawiyê cudatî, cûrbicûrî û derdora nîqaşê ya dewlemend û têkildariya ku li Tirkiyê di warê kurdan û pirsgirêka kurd de zêde bûye bi kêfxweşî dibersivîne, lê li gorî baweriya me berhemên ku di çarçoveya vê têkildariyê de hatine afirandin di rexne û tesnîfeke rêk û pêk de derbas nebûye. Li gorî me divê em dev ji mebest an jî xwendina armancan berdin, ya girîng ew e ku, di xebatên me de analîz û diyarkirinên xebatên me yên teorîk yên di derbarê civaka kurd de bînin derdoreke azad, nîqaşên xwe li gorî krîterên zanistî pêk bînin û bigihîjin encamên serkeftî. Divê êdî qewla gerdîşî ya ku “Kurd nikarin xwe bînin ziman, encax ji aliyê hinekî din ve werin ziman” di her platformê de were red kirin.

Bi kurtasî motîvasyona bingehîn a ku em anîn ba hev, ev bawerî bû ku, li Tirkiyê, bi lidervahiştina kurdan, hilberîna zanînê ya di warê zanistên civakî de, hilberîna derewan ya bi rêxistinî ye. Lewma jî armanca me ew e ku, em li hember vê hilberîna derewan a sîstematîk, bi arava kovara Toplum ve Kuramê, hewl bidin ku raperîneke sîstematîk û rêxistinî pêk bînin. Em di wê baweriyê de ne ku, ev ked, tenê bi kesên ku ji pirsgirêkê haydar in û dixwazin di der barê vê pirsgirêkê de berxwe bidin tê dayîn. Em îddîa dikin ku li Tirkiyê encax wisa zanistên civakî gengaz dibe.

Li ser şopa kesên li Maveraunnehîrê kombûyî

“Pirsa xelet” ya ku Ece Ayhan di helbesta xwe ya Bîrdariya xwendekarê meçhûl de ji “dewlet” û “ xweza”yê daye pirsîn, hêj jî di bîra me gelekan de zindî ye: “Maveraunnehîr bi ku ve dirije?” dipirse Ayhan û bi van rêzikan berdewam dike:

Bersîva rast û tenê ya bêçiyekê ji rûnişteka paşîn:

-bi dilê serhildaneke çilmisî ya zarokên gelekî ve!

Hêmaya “serhildaneke çilmisî ya zarokên gelekî” li Tirkiyê tiştên ku haniye bîra nifşa dawiya 1980’yî, di heman demê de dikare bê dîtin ku motîvasyona ku best daye peyana vê kovarê ye jî. Ev bûyera dîrokî ya ku bi navê “pirsgirêka kurd” tê nav kirin bi rastî berhema pêvajoya modernbûn / netewebûnê ye, ku di wusata mekan û demê de pozberî hev in. Ev bûyera îro hêj jî tevli komeke pirsgirêk, li benda dahûrandinê ye. Ji aliyekî din, ev zarokên ku li kêleka vê “serhildan”ê mezin bûne û bi her awayî şopên vê pêvajoyê bi xwe re digerînin, îro bi awayekî bêdeng ketin nava zanîngehan û tevli danehevî, ceribîn û hunerweriyên xwe yên pîşeyî li derveyî pêvajoya çareseriyê hatin hiştin xebatên xwe yên zanistî / akademîk bi awayekî belawela dimeşînin. Bi projeya vê kovarê armanca me ew e ku em kesên ku li ser van mijaran radiwestin û serê xwe pê diêşînin û di van mijaran de xwedî gotin in bînin ba hev. Em dixwazin kesên ku di vî warî de kedeke zanistî didin, ji her beşên zanistên civakî –bêyî ku asûn û statuya wan bên nihêrtin- werin ba hev. Kovar, di tora ragihandineke wisa de, armanc dike ku peywira pirekê bigre û ji bo nivîsarên ku derkevin holê û dewerana berheman jî bibe rêaveke.

Azîne û Teşe

Heke em armanca xwe ya bi derxistina kovara Toplum ve Kuramê bi kurtasî bêjin, armanca me nîqaşkirina realîteya perçebûna civaka kurd bi nihêrînekî sosyolojîk, ekonomîk, demografîk, antropolojîk, çandî, polîtîk û dîrokî û li ser van qadan bi kûrahî gihaştina zanîneke hevgirtî û zanistî ye. Di heman demê de, ji bo çareseriya pirsgirêkên cûr bi cûr yên civakî rêvekirin û pêkanîna lêkolîna riyên çareseriyê; ji bo nifşa nû ya ku dixwaze di warê zanistên civakî de bixebite cesaretdan û di nav kesên pispor ên ku dixwazin li ser kurdan lêkolînan bikin avakirina pirekê di nav armancên vê kovarê de ne.

Ji vê nihêrînê kovar, di her hejmara xwe de sernivîseke cûda dê nîqaş bike. Li şûna nivîsarên bêserûber, nivîsarên bi kitekit ên hêzdar tercîh bike. Bi vî awayî, di çarçoveya mijarên dosyayên levhatî de tesvîreke giştî û bi tevahî ya civaka kurd û zanîna encam û rolên dînamîkên guherînê yên civakî bidest bixe. Bandorên dînamîkên civakî û pêvajoyên siyasî û di nav civaka kurd de tebeqebûn, asûna polan, têkiliyên nava wan, dê bê lêkolîn. Diyarkirina tabloyên qadên weka koç, gelhe (nufûs), hejarî, cûdatiyên nava herêman a pêşveçûyînê, rêvebirinên cîgayî, bajarbûn, ziman, pêşketin, perwerdehî û tendurstî yê, lêkolînên têkiliyên ku civakê bi desthilatdarî û siyasetê re daniye û guherînên ku di civaka kurd de pêk hatine, dînamîkên veguherînê, li ser van mijaran xebat tê armanc kirin. Helbet di her hejmarê de, ji bilî dosyeya ku xwediyê sernivîsekê ye, dê ji rexneyên pirtûkan re, werger, rêzkariyên cûr bi cûr re, ji mijarên lêkolînan ên nû û gotarên ku niqaşan teşwîq dikin re cîh bê qetandin.

Ji bo hejmara yekemîn ya kovara Toplum ve Kuramê mijara ku tê nîqaşkirin “di civaka kurd de dînamîkên guherînê û pol” e. Di bin sernivîsa vê dosyayê û dosyayên wekî din de nirxandinên di derbarê tema û bin sernivîsên ku me li jor diyar kirine de, dê gotarên li gorî nivîsa weşanên zanistî werin weşandin. Ev sernivîsa ku ji bo hejmara yekemîn hatiye diyarkirin û bin sernivîsên din, bi her awayî ji nîqaş û pêşvebirinê re vekiriye.

Paşgotin

Wekî ku F. Bacon jî diyar kiriye, “rastî, ji kesên ku nava gengeşiyê de ne bêtir nêzî yên ku xeletiyê dikin e.” Li ser navê peyana kovara Toplum ve Kuramê em jî beyî ku ji xeletiyan xwe vekişînin, ji bo belavkirina gengeşiya îroyîn, ên ku li ber çavan in, lê hêj nehatine zimên, dixwazin li gorî çarçoveya zanistên civakî ji niqaşê re vekin. Helbet keda me ya kolektîf dê tenê bi vî ve tixubdar nemîne. Em dixwazin vê xebata me bi vebûnên bîrdozî tevlîkariyê bide zanistên civakî û berfirehtir bibe. Em dizanin ku şertên pêşîn yên bîrdozên nû qeyranin û em dixwazin diyar bikin ku, ji bo wekheviya civakî û azadiyê çi tevlîkarî ji destê me bê, ji bo mezinkirina hêviyan û derbaskirina qeyranan çi ji destê me bê em dê bikin.

Di vî warî de banga me, vexwendina me, wekî ku me xwest di vê nivîsarê de jî diyar bikin, ji kesên ku li van sernivîsên lêkolînê xwedî derdikevin, lêdikolin, meraq dikin û zanyarê civakî yên ku li şopa pirsgirêka xwe dimeşin re ye. Ji bo dewlemendkirin û zêdekirina van sernivîsan em we jî li nava xwe dixwazin. Nêrînên xwe, pêşniyariyên xwe û xebatên xwe ji par kirinê re li nava me dixwazin.

Bi silav û rêzên me,
Kovara Toplum ve Kuramê