Bİ HEJMARAN BERNAMEYA PİŞGRİYA PERWERDEHÎ

Di bin banê BPP de, ewilî piştevaniya xwendekarên xwedî pêdivî ku bûne mexdûrê şer û koçberiya mecbûrî, yên bi her awayî rastê tundiya navpergalî hatine an jî stembar tê kirin. Bi riya bernamê, alîkariya pereyî û aynî ya ku rewşa heyî ya xwendekarên ku di asta dibistanê (dibistana navîn, lîse û zaningeh) de ne baştirîn dike tê dayîn, bi pêkanîna pergala pişgiriya perwerdehî şewirmendiyê di vê qadê de xebat tên meşandin.

Bernameya Pişgiriya Perwerdehî bi bûrsdayînê ve nehatiye bisînorkirin; bi ziyareta malbatên xwendekaran, rewşên xebitîna mercên xwendekaran, pêdivî û agahiyên kêsên ji malbatê tên kifşkirin û tên tomarkirin. Ji bo ku astên serkeftina xwendekarên a li dibistanê baştirîn bibe perwerdeyên pişgiriyê tên çêkirin; ji bo pişgiriya perwerdehî ya ku j aliyê mamosteyên dilxwaz ve tên dayîn kom tên avakirin û li gorî pêdiviyên xwendekaran di waneyan de bersivandina pirsan û vegotina waneyan tên lidarxistin.

Di sala 2017’an de bi riya bernameya bûrsê piştevaniya 30 xwendekarên zanîngehê, 30 yên lîseyê û 19 yên dibistana navîn hate kirin.

Di sala 2018’yan de bûrsdayina li 2 xwendekarên zanîngehê, 46 yên dibistana navîn û lîseyê; bi tevahî ya li 48 xwendekaran berdewam dike.